Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokkomarê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva bi Serokkomarê Giravên Sews (Cabo Verde) José Maria Neves re hat cem hev.

Serokkomarê Brezîlyayê Lula diyar kir ku hevdîtin di atmosferake avaker de derbas bû. Wî ragihand ku Serokkomarê Cabo Verde, Neves, ku ji bo cara duyemîn hat hilbijartin, hêviya xwe ya hevkariyê bi Brezîlyayê re di projeyên warên enerjiya nûjenbar, tenduristî, perwerdehî û hilberîna xwarinê de anî ziman.

Lula bi tekezî anî ziman ku hikûmeta Brezîlyayê amade ye ku piştgiriyê bide Cabo Verde û got: "Em biryardar in ku piştgiriyê bidin welatê we û têkiliyên xwe yên dualî bikin nimûneyeke hevkariya Başûr-Başûr."

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp