Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî bi Serokê Fîlîpînan Ferdinand Marcos Jr. re li ser bazirganî, ewlehiya neteweyî û mijarên din civîneke bi encam lidar xistiye.

Trump ragihand ku ji bo çûna Çînê ji Fîlîpînan derdikeve û tekez kir ku peymana nû ji rêkeftinên berê cuda ye. Wî got: "Ez kêfxweş im ku ragihînim me bi Fîlîpînan re peymaneke bazirganiyê ya nû û bi temamî cuda kir. Ev peyman dê bibe xaleke rastîn a veguherînê û bi taybetî ji bo cotkarên me û kesên ku di sektora enerjiyê de dixebitin, sûdên mezin bîne."

Trump nirxandinên xwe yên derbarê Serokê Fîlîpînan Marcos Jr. de jî parve kir û got: "Serok Marcos rêberekî bihêz e, xwedî rastdariyeke bilind û karakterekî qayîm e. Ji bo min şeref bû ku bi wî, jina wî ya bedew û kurê wî re dem derbas bikim." Trump daxuyaniya xwe bi peyama "Li Çînê em hev dibînin!" bi dawî kir.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp