Xamineyî ji ber wefata Ayetullah Wehîd Xorasanî peyama sersaxiyê weşand
Tehran, 18ê Mijdarê (Hibya) - Rêberê olî yê Îranê Mucteba Huseynî Xamineyî ji bo wefata alimê Şîe, Ayetullah el-Uzma Huseyn Wehîd Xorasanî, peyameke sersaxiyê weşand. Xamineyî diyar kir ku Xorasanî di saziyên perwerdehiya olî yên Îranê de, bi taybetî li Hewzeya Îlmî ya Qumê, xwedî cihekî girîng bû û sersaxiya xwe ji civaka zanistî û bawermendan re ragihand.
Rêberê olî yê Îranê Mucteba Huseynî Xamineyî ji bo wefata alimê Şîe, Ayetullah el-Uzma Huseyn Wehîd Xorasanî, peyameke sersaxiyê weşand.
Xamineyî tekez kir ku Xorasanî yek ji kesayetiyên sereke yên hînkirina fiqh û usûlê bû û got: "Ew kesê mezin yek ji stûnên bingehîn ên perwerdehiya fiqh û usûlê li hewzeya ilmî bû. Du dersên ku wî di salên dawî de her roj didan, di nav girîngtirîn civînên perwerdehiyê yên derdorên zanistî de cih digirtin."
Xamineyî destnîşan kir ku Xorasanî di dersên xwe de, ji bilî zanîna xwe ya berfireh, agahdariya xwe ya kûr û rêzgirtina xwe ji nêrînên alimên pêşeng ên Hewzeya Îlmî ya Necefê re jî nîşan dida. Xamineyî diyar kir ku şêwaza ravekirina Xorasanî ya zelal, rêkûpêk û bihêz dersên wî ji bo xwendekaran bi berhem dikir û got: "Ji ber hewildanên wî yên bêwestan di riya şerîet û mezhebê de, civaka bawermendan û hewzeyên ilmî li hember wî deyndar in."
Xamineyî di peyama xwe de ji ber wefata Ayetullah Wehîd Xorasanî sersaxiya xwe ji Hewzeya Îlmî ya Qumê û hewzeyên din, hemû bawermendan û bi taybetî ji malbata Xorasanî re ragihand û ji Xwedê xwest ku ji alimê olî yê rehmetî re derecên bilind bibexşîne.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî