Barrack piştgiriya xwe ji tayînkirina Muzna al-Atrash re ragihand
Enqere, 18ê Mijdarê (Hibya) - Balyozê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê li Enqereyê, Tom Barrack, ragihand ku ew bi tayînkirina Muzna al-Atrash wekî Nûnerê Aştiyê yê Sûriyê kêfxweş bûye. Barrack destnîşan kir ku ev tayînkirin ji bo gihandina dengê gelê Suwaydayê bo xebatên derbarê paşeroja Sûriyê de girîng e.
Balyozê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê li Enqereyê, Tom Barrack, ragihand ku ew tayînkirina Muzna al-Atrash wekî Nûnerê Aştiyê yê Sûriyê bi dilxweşî pêşwazî dike.
Barrack di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de bal kişand ser vê yekê ku Muzna al-Atrash li Suwaydayê ji dayik bûye û got ku ew daxwazên civaka xwe digihîne hewildanên rêveberiya Şamê ji bo avakirina welatekî ku xizmeta hemû Sûriyan bike.
Barrack bi destnîşankirina ku aşitî tenê bi ragihandina wê nayê bidestxistin, got: “Aştî nayê ragihandin; ew ji aliyê kesên ku amade ne guhdarî bikin, qebûl bikin û sererast bikin ve tê avakirin.”
Barrack diyar kir ku hêza herî mezin a Sûriyê di cihêrengiya çandî ya gelê wê de ye û destnîşan kir ku divê paşeroja welêt li ser bingeha lihevhatinê, hemûgirtiyê û armanca Sûriyeyeke yekgirtî, serwer û dewlemend were avakirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî