Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê tora civakî de bal kişand ser qeyrana xaniyan a cîhanî û newekheviyê.

Guterres di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xaniyên guncan di têkoşîna li dijî newekheviyê û bilezkirina pêşkeftina domdar de hêmaneke bingehîn in.

Guterres bi tekez kirina ku li seranserê cîhanê zêdetirî 3 milyar kes nikarin bigihîjin xaniyên guncan, banga girtina gavên lezgîn li asta cîhanî ji bo çareserkirina qeyrana xaniyan kir.

Guterres diyar kir ku divê her kes xwedî cihê jiyanê yê ewle û guncan be ku bikaribe jê re bibêje "mala min". Wî bang li rêveberiyên bajaran ên li seranserê cîhanê kir ku ji bo peydakirina xaniyên guncan ji her kesî re veberhênanê di projeyan de bikin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp