Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê, senator Mihemed Îshaq Dar, di peyama ku bi boneya Roja Navneteweyî ya Hevgirtinê bi Gelê Filistînê re di 29ê Mijdarê de weşand, careke din hevgirtina Pakistanê bi gelê Filistînê re û piştgiriya welatê xwe ji mafê wî gelî yê azadiyê, xwedî dewletbûnê û diyarkirina çarenûsa xwe re anî ziman.

Dar diyar kir ku li Rojhilata Navîn aştiyeke adil, berfireh û mayînde tenê dema gengaz e ku dawî li dagirkirina Îsraîlê bê û gelê Filistînê bikare mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe bi kar bîne. Wî got: “Divê dewleteke Filistînî ya serbixwe, xwedî serwerî, ku bikare jiyana xwe bidomîne û xwedî yekparebûna axê be, bê avakirin.”

Dar tekez kir ku divê Dewleta Filistînê li ser bingeha sînorên berî Hezîrana 1967an û bi Qudsê wek paytext bê avakirin. Wî got ku divê ev çareserî li gor biryarên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî û Înîsiyatîfa Aştiyê ya Erebî bê pêkanîn.

Dar bang li civaka navneteweyî kir ku ji daxuyaniyên hevgirtinê wêdetir here û gavên konkret, hevrêzkirî û domdar bavêje da ku dawî li êş û cefaya gelê Filistînê bê û mafên wî yên rewa bên garantîkirin. Wî got ku Pakistan dê piştgiriya xwe ji doza Filistînê re bidomîne.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp