Peyama hevgirtinê ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi gelê Filistînê re
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di peyama ku bi boneya Roja Navneteweyî ya Hevgirtinê bi Gelê Filistînê re, ku di 29ê Mijdarê de tê nîşankirin, weşand de ragihand ku Tirkiye dê heta avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe û xwedî serwerî piştgiriya xwe ji doza rewa ya gelê Filistînê re bidomîne.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi boneya Roja Navneteweyî ya Hevgirtinê bi Gelê Filistînê re, ku di 29ê Mijdarê de tê nîşankirin, peyameke piştgiriyê ji bo gelê Filistînê weşand.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Tirkiye dê heta avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe û xwedî serwerî li kêleka doza rewa ya gelê dost û birayê Filistînê bimîne.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî