Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf di peyama xwe ya bi boneya Roja Navneteweyî ya Hevgirtinê bi Gelê Filistînê re, ku di 29ê Mijdarê de tê nîşankirin, careke din hevgirtina hikûmet û gelê Pakistanê bi gelê Filistînê re anî ziman. Şerîf got ku Pakistan piştgiriyê dide têkoşîna gelê Filistînê ji bo azadî, rûmet û mafê diyarkirina çarenûsa xwe.

Şerîf tekez kir ku Pakistan bi çareseriyeke adil, mayînde û berfireh a pirsgirêka Filistînê, li gor biryarên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî, hiqûqa navneteweyî û Înîsiyatîfa Aştiyê ya Erebî, pabend e. Wî got: “Divê çareseriyeke wiha avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe, xwedî serwerî, ku bikare hebûna xwe bidomîne û yekparebûna axa wê bê parastin, li ser bingeha sînorên berî sala 1967an û bi Qudsê wek paytext, misoger bike. Divê endamtiya tam a Filistînê di Neteweyên Yekbûyî de jî misoger bike.”

Şerîf diyar kir ku Pakistan piştgiriya xwe ji bo pêkanîna mafên rewa yên gelê Filistînê didomîne.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp