Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê bi boneya Roja Navneteweyî ya Hevgirtinê bi Gelê Filistînê re peyameke piştgiriyê ji bo gelê Filistînê weşand. Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku Pakistan piştgiriyê dide mafê gelê Filistînê yê diyarkirina çarenûsa xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê êş û cefaya gelê Filistînê bi dawî bibe. Her wiha bang hate kirin ku alîkariya mirovî bêyî tu astengiyê bigihîje herêmê.

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê got ku aştiyeke adil û mayînde tenê bi avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe û xwedî serwerî gengaz e. Wezaretê careke din hevgirtina xwe bi gelê Filistînê re anî ziman.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp