Miliband: Divê Îsraîl destûrê bide derbasbûna alîkariyan
London, 15ê Mijdarê (Hibya) - Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Ed Miliband di parvekirineke xwe ya li ser medya civakî de diyar kir ku rewşa mirovî ya li Xezayê pir giran e.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Ed Miliband di parvekirineke xwe ya li ser medya civakî de diyar kir ku rewşa mirovî ya li Xezayê pir giran e.
Wezîr Miliband ragihand ku Brîtanya û hevkarên wê peyameke zelal ji hikûmeta Îsraîlê re şandine û daxwaz kirine ku destûr ji bo ketina alîkariyên mirovî bê dayîn.
Miliband bi tekezî got ku divê Îsraîl dawî li derengxistinên zêdetir bîne û bang kir ku gihîştina mirovî ya bilez û bê asteng bê dabînkirin, da ku materyalên girîng ên penabergehê û alîkariyên pêwîst bigihîjin Xezayê.
Li gorî daxuyaniya hevpar a wezaretên karên derve yên Awustralya, Kanada, Îtalya û Brîtanyayê, ku di parvekirinê de hatiye weşandin, bi girantirbûna şert û mercên zivistanê re, 150 hezar kon û materyalên jiyanî yên ji bo Xezayê hatine amadekirin hîn jî li ser sînor tên ragirtin. Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku divê deriyên sînor bi lez bên vekirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî