Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis bi Serokê Romanyayê Nicușor Dan re hevdîtin kir.

Cassis di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku hevdîtin berhemdar bûye û wan têkiliyên xurt ên di navbera her du welatan de û derfetên pêşxistina pêwendiyên aborî nirxandine.

Di hevdîtinê de her wiha pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên li Ewropaya Navîn û Rojhilatî û rola Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) hatin nîqaşkirin. Cassis her wiha behsa xebatên ku di çarçoveya serokatiya dewreyî ya OSCE de, ku Swîsre îsal girtî ser xwe, tên meşandin kir.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp