Yekîtiya Ewropayê li hember krîza mirovî ya Xezayê û êrîşa li Nexweşxaneya Nasserê bertek nîşan da
Bruksel, 14ê Mijdarê (Hibya) – Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku baranên zêde û şert û mercên zivistanê li Xezayê krîza mirovî girantir dikin û bang li Îsraîlê kir ku hemû deriyên sînorî ji nû ve veke, gihandina alîkariyên mirovî bê navber misoger bike û berpirsiyariyên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bi cih bîne.
Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê, Kaja Kallas, di daxuyaniyekê de li ser navê Yekîtiya Ewropayê xemgîniya xwe ya giran derbarê krîza mirovî ya ku li Xezayê didome de anî ziman.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku baranên zêde û şert û mercên zivistanê yên ku bandorê li Xezayê dikin, rewşa gelê ku jixwe di şertên gelek dijwar de ji bo jiyanê têdikoşe, hê bêtir xirab dikin û şertên jiyanê yên neewle û êşên mirovî zêde dikin.
Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku divê hiqûqa navneteweyî û hiqûqa mirovî ya navneteweyî di her şert û mercê de bên rêzgirtin. Her wiha girîngiya parastina sivîlan, binesaziya sivîl, xebatkarên tenduristiyê û saziyên bijîşkî hate destnîşankirin. Êrîşa hewayî ya dawî li ser Nexweşxaneya Nasserê bû sedema xemgîniyeke kûr.
Hate diyar kirin ku sozên derbarê alîkariyên mirovî de yên di çarçoveya Plana Berfireh a ji bo bidawîkirina pevçûna li Xezayê de hatine dayîn, divê li gorî hiqûqa navneteweyî bi temamî bên bicihanîn.
YE bang li Îsraîlê kir ku destûrê bide gihandina alîkariyên mirovî û piştgiriya ji bo başbûna destpêkê bi awayekî berfireh, bê navber û bê astengî û hemû deriyên sînorî yên Xezayê ji nû ve veke. Her wiha hate xwestin ku astengiyên li pêşiya xebatên rêxistinên mirovî, di nav de Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên wê û rêxistinên nehikûmetî, bên rakirin.
Hate tekez kirin ku divê Îsraîl berpirsiyariyên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî, hiqûqa mirovî ya navneteweyî û hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan bi cih bîne. Her wiha hate bibîrxistin ku alîkarî tenê ji bo armancên aştiyane bên bikaranîn û ji aliyê komên çekdar ve ji bo armancên din neyên veguhastin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî derbasbûna salekê ji ragihandina agirbestê, êrîşên leşkerî hîn jî didomin. Ji ber sînordarkirinên heyî yên gihiştinê, kêmasiya pêdiviyên bingehîn, di nav de cihên penaberiyê, derman û amûrên bijîşkî, didome û şertên jiyanê yên guncan û bi rûmet li Xezayê hê nehatine dabînkirin.
YE careke din pabendbûna xwe ya bi çareseriya du dewletan piştrast kir û bang li hemû aliyan kir ku biryarên Qerarnameya 2803 a Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bê derengî bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de hewcedariya bêçekirina temamî ya Hamasê û komên din ên çekdar ên ne-dewletî, vekişîna temamî ya hêzên Îsraîlê ji Xezayê û derbasbûna rêveberiyeke sivîl hate tekez kirin. Her wiha hate diyarkirin ku divê Hamas di rêveberiya paşerojê ya Xezayê de tu rolekê nelîze.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî