Duffy spasîya kontrolkerên trafîka hewayî û pîlotan kir
Washington, 14ê Mijdarê (Hibya) – Wezîrê Veguhestinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Sean Duffy, derbarê xebatên kontrolkerên trafîka hewayî, pîlotan, karmendên kabînê û xebatkarên balafirgehan de daxuyanî da. Duffy ragihand ku 3 hezar û 500 balafir bi ewlehî daketine û spasîya karmendên berpirs kir.
Wezîrê Veguhestinê yê DYA, Sean Duffy, ragihand ku 3 hezar û 500 balafir bi ewlehî daketine û spasîya kontrolkerên trafîka hewayî û karmendên sektorê balafiran kir.
Duffy di daxuyaniya xwe de got: "Ez dixwazim spasîya kontrolkerên trafîka hewayî û pîlotên me bikim. Wan duh karekî awarte kir. Di hewayê de 3 hezar û 500 balafir hebûn û wan hemû bi ewlehî danîn erdê."
Duffy her wiha spasîya karmendên kabînê, tîmên erdê, berpirsên balafirgehan û rêwiyan kir û ji hemû kesên ku di vê pêvajoyê de ked dane re sipasiya xwe anî ziman.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî