Pezêşkiyan: Em di nav şerekî aborî de ne û bi biryar in ku astengan rakin
Tehran, 29ê Mijdarê (Hibya) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezêşkiyan di civîna bi nûnerên sendîka û yekîtiyên esnafan re got ku welat di nav şerekî aborî de ye û ew bi biryar in ku li gor şertên heyî astengên li ber karsaziyan rakin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezêşkiyan di civîna bi serokên sendîka û yekîtiyên esnafan re li ser rewşa aborî ya welat û pirsgirêkên ku karsazî pê re rû bi rû ne axivî. Wî got ku hikûmet û şaxên din ên desthilata dewletê ji bo derbaskirina zehmetiyên heyî bi hev re dixebitin.
Pezêşkiyan got: “Em di nav şerekî aborî de ne, lê ez û serokên şaxên din ên desthilata dewletê bi biryar in û di vê mijarê de hemfikir in. Me li hev kir ku li gor şertên şer ji çarçoveyên berê derkevin û astengên li pêşiya we rakin.”
Pezêşkiyan tekez kir ku divê her aliyek rewş û şertên aliyê din fam bike û got: “Bi famkirina rewş û şertên hev û bi alîkariya hev, em ê vê qonaxê jî derbas bikin.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî