Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenski di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê tora civakî de diyar kir ku Rûsya êrîşên xwe yên li ser binesaziya enerjiyê li seranserê Ukraynayê didomîne.

Zelenski diyar kir ku balafirên bêmirov (ÎHA) yên Rûsyayê yên cureya Şahed santraleke hilberîna germayî û elektrîkê li Kîevê kirine hedef, li herêma Dnipro jî di şevekê de çar stasyonên veguherandina elektrîkê hatine xistin. Zelenski her wiha ragihand ku santraleke hilberîna germayî û elektrîkê li bajarê Şostka di saetên sibehê de bûye hedefa balafireke bêmirov a Rûsyayê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li bajarên Dnipro û Kharkivê binesaziya rêyên hesinî û li herêma Dnipro jî saziyek belavkirina gaza xwezayî hatine êrîşkirin.

Zêdetirî 280 hezar malbat bê elektrîk man

Zelenski diyar kir ku êrîşan di dabînkirina enerjiyê de astengiyên giran çêkirine û ragihand ku li Dnipro û derdorên wê nêzî 200 hezar malbat û li herêma Kîevê jî zêdetirî 80 hezar malbat ji qutbûna elektrîkê bandor bûne.

Wî destnîşan kir ku tîmên tamîrkirinê piştî êrîşan ji bo vegerandina binesaziya zirardîtî bo rewşa xebatê û ji nû ve dabînkirina elektrîkê xebatên xwe didomînin.

Ji Zelenski bangewaziya piştgiriyê ji civaka navneteweyî re

Zelenski bi îdiaya ku Rûsya binesaziya sivîl dike hedef, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya xwe ji bo Ukraynayê zêde bike.

Zelenski bi tekez kirina li ser pêdiviya tundkirina cezayên aborî li dijî Rûsyayê û peydakirina pakêtên nû yên piştgiriyê ji bo Ukraynayê, bang kir ku ji bo bidestxistina aştiyeke rastîn gavên bi hêz bên avêtin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp